Bilind Îbrahîm - Edûlê
wêneyê hunermendî:ê 285 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Edûlê

De dilo werin, dilo werin
dilo xerîbo dilo
De xema mexwe,
(li) welatê xerîbiyê ez ya pismamê xwe me lawo

Edûlê dibê ya rebî, xwedêyo, dilê minî dibê:
bejna gênc, Xelîl kur mamê mala bavê min e zirav e
Nebûye darekî ji darê sewlê,
kesek (dike) xanekî li xanî kolbenda,
li xanekî li xanî solbenda,
li xanekî li xanî misafiran
Dilo Xerîbo, kesek (dike) xanekê li xanî bajarê şamê pismamo

Min bala xwe dayê, carê Edûlê ser dikeve ser banî qesrê
De bala xwe dayê postekî xûnkara (xwendekara) ji wê ve tê,
û hecacekî min tê ji hecê,
kesekî min tê ji Qudsê
Teterekî min î bi hole tê ji basik û welatê xerbê
Edûlê pora serê xwe romanî diqusîne,
teşî û gulî (guliyan) li jêre, dige (digihêne) baqî zendê
Şimik û gore tavîne binî pê
Qitî qitî meşiya, xwe berda bo (bû) pêşiyê
û ramûsa celewlî hespê
destê gilî bire paş banî, û dibê:
siwaro min daye te û navê xwedê
Ti pêşma gênc Xelîl Axa,
kurmamê mala bavê min nekiriye
li welat û ber welatê xerbê pismamo

Hey meded û sed meded
De ne ku tu Edûl bî (be)!
De wey lê Edûlê nemayê
te pora serê xwe da ber dîwarê Îsa û Mûsayê
Şevên pir payizan li çavê herimandyê
Pirs û sewaleka ji gênc xelîl kurmamê xwe çi ji bêbextiyê
Nîşanê siwarê xelkê pir in
nîşanê siwarê mala bavê xwe ji min re bêje
Dibêje: dilê minî dibê siwarê min siwarekî boze deqdeqî ye
ser serî kerasekî sipî ye, ser milan ebakî lepikî besrawî ye
li pişt qayişeke xelatî ye
ser serî çefî û igaleke mewalî ye
di ling de qundereke reş e romanî ye
kîsekî qezazî ye, tûtina tê de sar e cembelî ye
li ber de kehakî bilalî ye şimika sinonî ye
nîvzêrekî zêrê (bi) eniya xwe ye
kalekî ?? danîbû li ba zîvgerê bajarê Eyntabê,
kirîvê mala bavê min xweînîê bû
bi sêsed û şêst û şeşa rabiye
ber devika qelûna gênc Xelîl kurmamê mala bavê xwe berdabû pismamo
Û hey meded, û sed meded
de bila ron ba, belê bila ne (neyi) li gor ba

Minê siwarê mala bavê te dîtiye li Himisê li Hemayê
li Dengizê li Dengiz Hewayê
Li ber rexê Feratê bêlecokê, Feratî bê layê
Min û wî û Hesenê Alqê destê oldaşî dabû yek
li kalekî zebeşa danî bû nexweş e, li halê mirinê
Silav û klama li nefsa xwe ke (bike),
li kênc Xelîl kurmamê mike (min bike)
Heger keçeke wî bû li welatê xerîbiyan û xurbetê
bi şêranî, dilo xerîbo navê Edûla por kur bike lê
Hey meded, meded û sed meded
de bila ron ba, belê bila ne (neyi) li gor ba
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?