Bilind Îbrahîm - Ew Çi Kiçke
wêneyê hunermendî:ê 242 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Ew Çi Kiçke

Ew çi kiçke ev ro hatî
Nav kolanêt bajêrê me
Hemî chêl serxoş kirin
Bextê wê çi sar û germe
Vê spêdê di ber minra borî
Min gelek pisyar jê kirin
Bersiva min neda neda
Belê gazinde nekirin
Bi şermînî serê xû rakir
Diviya bêjît li dîf min were
Beramber min gol û rîhan
Rayêxistin ji ser û bera
Eşqa wê ji hewda cinnetê
Havêt nav bajêrê meda
Zandêt spî norha jê çûn
Wê sêva xo li singê minda
Paşî jivanê şev da min
Nav şevê destê xo da min
Destê xoda golek da min
Nav golê da sozek da min
Heçku ez ji xeyalê rabûm
Ketme di nav rastiyê da
Min çi hizir û texmîn nebûn
ko bi kevme di civata wê da
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?