Bilind Îbrahîm - Gewrê Nayê
wêneyê hunermendî:ê 196 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Gewrê Nayê

Nayê de nayê, Hevalê, gewrê nayê
Hevalê gewrê nayê
Ew Xezala li ber çemayê
Xezala li ber çemayê
Ew kêvroşka li vê demayê
Kêvroşka li vê demayê
Tajî û tula berdayê
Wa negirtî û negihayê
Heta bi tangê malayê
Heta bi tangê malayê
Min pê girtî ramûsayê
Girtî ramûsayê
Sing û berê te xweş in
De weke rûne Hîzayê
Weke rûne Hîzayê
Wek qeymaxê mihayê
Qeymaxê mihayê, wek hingivê Şilxayê
Hingivê Şilxayê
Ne didim malê dunyayê, lê malê dunyayê
Terka çavê te nadim
Tu ji min re bibî belayê
Lêw lêw lêw Lêw lêw lêw wa de nayê gewrê nayê
Hayê Hayê de hayê
Çiqas geriyam dunyayê
Çiqas geriyam dunyayê
Çûm Himûs û Hemayê
Himûs û Hemayê, çûme Mûş û Rihayê
Çûm Mûş û Rihayê
Çûme Sinê Serayê
Çûme Sinê Serayê, çûm Kerkuk û Îlamê
Kerkuk û Îlamê, Dêrsim ew li Zazayê
Dêrsimê li Zazayê,
Qada Xan û Mîrayê
Qada Xan û Mîrayê, Qomtara çiyayê Şengalê
Heta çiyayê Şengalê
Çiqas gerîyam şarê dunyayê
Geriyam şarê dunyayê
Êşa giran ber dilayê, Kesekî bi rêza te nayê
Lêw lêw lêw Lêw lêw lêw wa de nayê gewrê nayê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?