wêneyê hunermendî:ê 192 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm & Melek Rojhat - Geriyanek

Havîn bû çûm Şingalê
Hêjîra li dem nûbarê
Min dî li wê rê ciwanek
Awir dida ji alek
Min gotê: Keça kê yî?
Tu rînakî ji malê yî
Tu gulakî ji baxçiyê
Nêrgiza serê kê yî?
Lawo ez Kurdistan im
Xoştivîya Kurdan im
Evîndara şêran im
Ketî me dest nezanan
Ez geriyam çûm Amedê
Cîhê pîran û befrê
Nalîna kewî têtin
birîndar e xwîn jê têtin
Min gotê: Kewê kê yî?
Çima li nav befrê yî?
Birîndarê destê kê yî?
Xwîndarê destê kê yî?
Ez dengê Şêx Seîd im
Ji bo Kurdistan mirîd im
Bê kes û bê xwedan im
Ketî me dest neyaran
Çûm Mehabadê gerîyam
Wek dara tûyê weriyam
Darek di dest zarokan
Pê dikirin yariya bûkan
Min gotê: Tu çi dar î?
Wek rebena li vî warî
Tu li kolanan dixişandin
Ji nîvê ve tu şikandîn
Lawo ez dar ala bûm
Navbera çar çira bûm
Ez qîbleya Kurdan bûm
Ketî me dest nemerdan
Payîz bû çûm Rojava
Ser deşt û ber deran ve
Min dî li wê rê şoxek
Berda dilê min doxek
Min gotê: Keça kê yî?
Dîlber û şenga kê yî?
Buhara dilê kê yî?
Baranakî ji deştê yî
Lawo ez Qamişlo me
Şenga warê Şexo me
Mihvana warê xo me
Ketî me dest zordaran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?