wêneyê hunermendî:ê 354 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm & Melek Rojhat - Geryanek

Havîn bû çûm Şingalê
Hejîra li dem nûbarê
Min dît li wirê ciwanek
Awir dida ji alek
Min gotê: "keça kê yî?"
Torina kîj malê yî?
Tu gula kîj bexçê yî?
Nêrgîza serê kê yî?
Lawo ez Kurdistan im
Xuştivîya Kurdan im
Evîndara şêran im
Ketime dest nezanan

Ez geriyam çûm Amedê
Cihê pîran û befrê
Nalînake wî dihêtin
Birîndar e xwîn jê dihêtê
Min gotê: kewê kê yî?
Çima li nav befrê yî
Brîndarê destê kê yî?
Xwîndarê destê kê yî?
Ez dengê Şêx Seîd im
Ji bo Kurdistan mirîd im
Bê kes û bê xwedan im
Ketime dest neyaran

Çûm Mehabadê geriyam
Wek dara bîyê weryam
Darek di dest zarokan
Pêdikirin yariya bûkan
Min gotê: Tu çi dar î?
Wek rebena li vî warî
Tu li kolanan dixişandin
Ji nîvê re tu şikandin
Lawo ez dar ala bûm
Navbera çarçira bûm
Ez qibleya Kurdan bûm
Ketime dest nemerdan

Payîz bû çûm Rojava
Ser deşt û ber der ava
Min dît li wirê şûxek
Berda dilê min dûxek
Min gotê: Keça kê yî?
Dîlber û şenga kê yî?
Bihara dilê kê yî?
Barana kîj deştê yî?
Lawo ez Qamişlo me
Şenga warê Şêxo me
Mêvana warê xwe me
Ketime dest zordaran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?