Bilind Îbrahîm - Min Got
wêneyê hunermendî:ê 170 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Min Got

Min got dê eşqa dilê xwe bo te rûnkim
Dê ji dil bo te hizir û bîrên xwe terxankim
Dê jîna xwe li ser xatirê te ez qurbankim
Ya ji te ve ez te dixapînim yan derew dikim

Ez ji mêje ye paytexta eşqê ava dikim
Ez ji mêje ye qehr û kovanêt te de dikim
Ez ji mêje ye dilsoziya xwe li te peyda dikim
Ne tu pê dizanî, neşêm dilê kesî kul bikim

Qederê bextê min ho ye, her ez dadkim
Hindî hem e, te ji dilê xwe qet ji bîr nakim
Te ji hewda baxê qismetê her ez nakim
Te ji hewda baxê qismetê qet ez nakim
Gulşîlana buhara min, te ji bîr nakim

Ji vîna te ez şepirze bûm, lê bêje çi bikim
Lê çawa ji bendê evîna te xwe rêzgar kim
Bêje ji kî ve! ez ji kî vedişêm ho kim
Neşêm vî dilî bo yeke dîn, ez kehî kim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?