Bilind Îbrahîm - Qîzika Bajarî
wêneyê hunermendî:ê 264 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Qîzika Bajarî

Qîzika bejarî bû, kemera Mardînî bû
Kemera Mardînî bû, lêv sor bû Stembolî bû
Lêv sor bû Stembolî bû, birh û kivan Cizîrî bû
Birh û kivan Cizîrî bû, çav spehî bû Kurmancî bû
Ramûsankê bide min, her hêviy dilê min bû
Eman, neman

Êvarê bêhna te tê, hêy hêy
Êvarê bêhna te tê, çaxî sibê bêriya te tê
Nîv şevê xeyalên min tê
Eman, neman

Spehiyê qîza xanê, dil keftimê bê fesalê
Keftimê bê fesalê, minê li qam û bejn û balê
Minê li qam û bejn û balê, te çav reşê çav xezalê
Çav reşê çav xezalê, bêhinekê rûnim li ber rihanê
Dor keçikê dor tenîştê, lê kêlekê rûnim xwarê
Eman, neman

Êvarê bêhna te tê, hêy hêy
Êvarê bêhna te tê, çaxî sibê bêriya te tê
Nîv şevê xeyalên min tê
Eman, neman

Gelkî bilind nefire, bimeş binêr li ber xwe re
Ca bi xwedê tu nazdarî, mame heyirî wez ber te
Ca bi xwedê tu zalimî, çavê rehmê li me binere
Herdû çavêt reş belek, bes awira li min bike
Eman, neman

Êvarê bêhna te tê, hêy hêy
Êvarê bêhna te tê, çaxî sibê bêriya te tê
Nîv şevê xeyalên min tê
Eman, neman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?