Bilind Îbrahîm - Selwa Cizîrî
wêneyê hunermendî:ê 111 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Selwa Cizîrî

Selwa Cizîrî şox şenga can
Îro tu bûkî li nav hizir û dilan
Xewna Cizîrî xewna me tevan
Bo te (Ji ber te) dinalîn bi roj û şevan

Selwa Cizîrî hey delala rind
Bo te dikalîn hêviya me hemiyan
Cana Cizîrî kemer zêrîn e
Eşqa te har e wek tîr û riman

Xema Cizîrî xema şêxê pîr
Gerden şemalê sorgula Botan
Selwa nizanim pesnê te çi ye!
Lê baş dizanim tu yî Kurdistan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?