Bilind Îbrahîm - Wefadara Min
wêneyê hunermendî:ê 132 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Wefadara Min

Ez gehiştim jivanê
Wefadara min ya hatî
Sitêrêt şeva li me geş bûn
Rêwî heyva çarde helatî
Destê min girt û berneda
Paş gote min bi xêr hatî
Me borand şeveka xoş
Li nav baxçên welatî
Sed xozîka ewê şevê
Destpêka min û vîyanê
Vînê ji te xar bi rex min ve
Têr nebû ji berê xo danê
Ez û ew mayîn axiftîn
Me dil da êk ta nemanê
Şeva tarî li havînê
Rû sokirin ji maç danê
Sed xozîka ewê şevê
Destpêka min û vîyanê
Carekê gote min wexte
Gelek mam bû direngî
Min gotê hêşta ziye
Got bimînim heta kengî
Pîçeka dî bi axvîn
Got çi bêjim tu bê dengî
Sed xozîka ewê şevê
Destpêka min û vîyanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?