Bilind Îbrahîm - Were Perî
wêneyê hunermendî:ê 515 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Were Perî

Lezê bike were perî
Were zerî were perî
Neku bihêyi min nebînî û
Paşî behêyi li min bigerî

Hizar zerî xo gorî diken
Û li kesê na vekem derî
Hizar can xo gorî diken
Û li kesê na vekem derî

Were dilê min baxçeye
Ji nazikîyê tiloveye
Ji mêje yê çaverêye
Xerîbê bihna te ye

Xerîbê dîtna te ye
Çavê wî li hatina te ye
Perîya min bitinê tu
Şirîn û esmerî

Cihê xo di dilê min çêke
Bigerîyê û kulilka jê ke
Leşê min bike geşteyek
Xem û xiyalêt xo lêke

Kengî dê pîlka frêkeyi
Kengî qesta hatinê keyi
Es hemî pêk ve jivanim
Li hîvî te me tu werî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?