Bilind Îbrahîm - Xeyalên Te
wêneyê hunermendî:ê 167 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Xeyalên Te

Xem û xeyalên te wez revandim
Çol û belanan te wez gihandim
Ji ber te sotim, te wez şiwandim
Bayê vîna te wez hejandim
Bayê vîna te wez hejandim

Min bihîstî tu nexweş î
Dilo
Çi bikim bextê min tim reş e
Dilo
Dilê min herdem bi kul e
Dilo
Carekê nebûye geş e
Min bihîstî tu nexweş î
Dilo
Çi bikim bextê min tim reş e
Dilo
Dilê min herdem bi kul e
Dilo
Carekê nebûye geş e

Delala min tu pir dêşî
Dilo
Derdê xwe ji kesî re nabêjî
Dilo
Bendî te mam, ez heliyam
Dilo
Tu kulê xwe ji kê re bêjî?
Nayêm ba we tu li min negirî
Dilo
Çima wilo tu bê sebr î
Dilo
Evîna te ez helandim
Dilo
Ma sozê te heya kengî

Hêstir çavên min tên xwarê
Dilo
Wek hûrxûnava buharê
Dilo
Alem tevde dikevin xewê
Dilo
Çavê min ji bo te şiyar e
Alem tevde dikevin xewê
Dilo
Çavê min ji bo te şiyar e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?