Bilind Îbrahîm - Yariya Te Bû
wêneyê hunermendî:ê 127 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Yariya Te Bû

Çi gazinda bo min neke
xo ture u dîn u har neke
Ev yariye yariya tebo
Here gazinda ji xo bike
Gelek masî te di avê da
Firotine minê hejar
Gelek dîwar ên ser befrê
Te bi ser minda hînane xwar
Ev yariye yariya tebo
Here gazinda ji xo bike
Ji te fêrbûme rundikêt direw
Ji reşka çava bibarînim
Da tamkeye wê şerbetê
û yariya te digel te bi karbînim
Da bizanî çewa aşiq
Dijîn digel xem u kuvana
Da kesê dî nehavêje
Cehnema eşq u viyana
Ev yariye yariya tebo
Here gazinda ji xo bike
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?