Brader - Dayika Şemiyê
wêneyê hunermendî:ê 121 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Dayika Şemiyê

Ez şemê me şemê me dayika şemiyê
Ez hatime dinya yê rojek şemiyê
Kezeba min winda ye ez li pêy wê me
Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê

Rojek banga sibê bû dil di xew da bû
Li deriyê me xistin tîm û leşker bûn
Kezeba min birin ji ber çav winda bûn
Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê

Girtin dora mala me rojek êvarê
Wek çêlikên gura bûn tîmên dewletê
Kezeba min birin bi darê zorê
Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê

Kezeba min winda ye nema tê malê
Çavê min li rê ye çend meh û sal in
Tebata min nemaye ma ev çi hal e
Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê

Ez dayik im li pê me dil birîndar im
Kezeba min winda ye ez dîn û har im
Ez xwediyê dozê me bi soz û biryar im
Ez şemê me ez şemê me dayika şemiyê

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 1999
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?