Brader - Ez Feqîrê Awirên Te Me
wêneyê hunermendî:ê 104 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Ez Feqîrê Awirên Te Me

Ez feqîr û dergevanê awirên, wan çavên te me
Di tarî de xilmaşim,li hêviya ronahîya te me
Min ne denge û min ne heste,nobedarê ala te me
Min dil li ser deste,ez qurban û serbirê cejna te me

Derwêş im digerim te nabînim, rêwindayê warê te me
Ez rêwî me li felekê digerim Siyabend bi Lahorim li Sîpanê te me
Di pişta min re derbas bûye qelemê bindestiyê ez şoreşvanê te me
Dermanê min ramûsanek ji azadiya te ye li hêviya Xeca xwe me

Ji 72 fermanan diparêzim, xwendevanê beytên te me
Li Meshafêreş digerim şagirt û bi evîna Avesta te me
Di tarî de di bezê de westiyam, sofî me li ber dergehê te me
Qibleya min tu yî ez feqî û qewalê Laleşa te me

Bi Xanî re dixwînim, bi Cegerxwîn re diqîrim cengawerê doza te me
Bi Feqîrê bi figanim bi Cizirî re evîndar û dildarê dilbera te me
Li ser xaka xwe penaber im, rengê Barzanî heyran û pêşmergê te me
Pênc hezar car dimirim di dergûşa xwe de li gel şehîdê Helepçeya te me

Û tu awirekî nade min ji germahîya dilê xwe ez mecburê te me
Tînek bide min ji awirên xwe ez qefiliyê berfa Serheda te me
Li xeribiyê bê per û bask im birîndar û penaberê doza te me
Maçek bide min ji dev û lêvan ez birçî û parsekê evîna te me

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 2007
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?