Brader - Ez Şehîdek Bênav Im
wêneyê hunermendî:ê 979 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Ez Şehîdek Bênav Im

ez şehîdek bê navim
tirba min ne xuyayî
şevek teqîn û nalîn
stêrk a min rijiyayî

belkû serê çîyakî
belkû ser zinarekî
li ser darekî kizwanê
min navê xwe kolayî
mirina bi mêranî
xweştire ji bindestayî

ez şehîdekî bê navim
hûn ware min nizanin
li bajarê cizirê li qiraxa wê avê
carna suka licê me ku agir dabû navê
li bajarê amedê binê dara çinarê
sî û sê sipîndarim carna li gola wan ê

heyyyy

ez şehîdek bênavim
ezim termê windayî
ezim çemê qesaba
dil û gurçik firyayî

li bajarê amedê agir li xwe pêçayî
ezim çîyaye agirî gel namluyên çiryayî
li bajarê amedê agir li xwe pêçayî
ezim derya merdinê xezal a çav rijayî
ezim sîpanê xelatê xecê li ser giryayî

ez şehîdekî bê navim
hûn warên min nizanin
li bajarê helepçe
zarokê li ser desta me

heyyyyy

li bajarê mihabad
şehîdê çarçira me
li bajarê amûdê
li nav agirê sinem a me
li welatê xerîbîyê braderim ez.
Şîrove
logo
Mahmud Osman 07-12-2020 12:29:32
Destê we saxbin <br>Min ji xwera ev helbest nîvîsand ji bo ez ezberbikim

logo
Ferhad 01-01-2021 12:16:47
Sipas ????????????

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?