Brader - Kalê li Meyxanê
wêneyê hunermendî:ê 187 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Kalê li Meyxanê

Li meyxanê kalek min dî
Serxoş û mest û hejhijî
ji bîr kirine
Û tenê ji xeman re dijî
Can ji ser lêvan nayê xwar
Mey gertîne û ew dinoşin
Gazî dike bi dilkî hejar:
Meya te kulan nakuje

Bes e kalo, bes e kalo
Êdî bes e û ev çi halo

Peyal hatin pir li dû hev
Heta kalo bû dîn û lal
Nebû sibe, derbas bû şev
Bi nazî go: wer bib heval
Ez çûme cem
min go: Heyran, carekê tu navber bidê
Şerbeta sipî bê kêr e
Û derdan rihet nake bi xwedê

Bes e kalo, bes e kalo!
Êdî bes e û ev çi halo?

Gote min: rast, min mey vexwar
Rondik rijand û giriya
Belê çi bikim çerxa felek?
Dewran li min çep geriya
Wê ji banê birca belek
Avêtim ez navçê kêran
Zêr û zeber li xwe par kir
Bûm evdalê camî û dêran

Bes e kalo, bes e kalo
Êdî bes e û ev çi halo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?