Brader - Kezîzer
wêneyê hunermendî:ê 395 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Kezîzer

Kezîzerê kezîzer
Gûla memkê gilover
Mîna sêvê xelatê
Serî sor û binî zer mîna berfa zinarê
sîha dare tim li ser
wek penêrê biharê
min givaşt û av ji diher
li govendê derkev der lê
te di ramusim dîsa her  kezîzerê hesretî

dinya mala şiwistî
dinya mala şiwistî ma
daweta pine wisti
dilê xorta hejîya
nava kala perestî
dilê xorta hejîya
nava kala perestî

ha ha Kezîzerê te wendî
Sîh doşek û balîf tendî
Gewrê gozê bilindî
Kevoka nava gûndî Te di ramusim tû rindî
Qam kinê poz bilindî
Destê xwe bi destê min de
Hevra em herin govendê kezîzerê hesretî

(Dîsgotin)

tew tew tew Kezîzerê me çar in
Her çar jî kûm û şar in
Kezîzer ser bi şar in
Her çar jî bi dost û yar in
Sela âlâ Mihemmed
Hilma memka em xwar in kezîzerê hesretî

(Dîsgotin)

ha ha Kezîzerê me şeş in
Her şeş jî bi şarê reş in
Hêdî hêdî dimeşin
Çav belek in çav reş in
Sela âlâ mihemmed
Hilma memka çi xweş in. kezîzerê hesretî

(Dîsgotin)

ha ha Kezîzerêm sisê ne
Her sê jî nava xûrsê ne
Diwanzdeh gûndê xûrsê ne
Her gûndek gulek lê ne
Şûkir ji ter xwedê yû
Hemî li ser Qers'ê ne kezîzerê hesretî

(Dîsgotin)

ha ha Kezîzera min yek ê
Çav reş û çav belek ê
Kela jorê bi der tê
Hela were kêlek ê
Ramusenek bide min lê
Zalimê ma gelek ê. kezîzerê hesretî

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?