Brader - Kinê
wêneyê hunermendî:ê 145 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Kinê

Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim bi sewite wa bi kerenge
Kirasê li bejn û bala te ye min anîbû lê wa heft renge
Lê lê kinê tê ramûsanekî ji xan û banê gerdenê
Ji deqa lêvê ji boxazî qirikê ji xwêdana cenê
Bi ser dev û lêvê min de berde
E li te zûye li min derenge kin a min kinê....

Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim van qulingan li me xulxuland
Lê lê kinê bihara me xwes bihare bi gul û sosin û cîmenan va xwe xemiland
Lê lê kinê xwezî bi wan dema wan wexta wan caxa wan seyrana tu ya min bû
Simbêlên minî resî narincî xwe li ser rûkê te herbiland kina min kinê....

Lê lê kinê ezê bi zozanê bavê te ketim lê wa bilinde
Zozan sîpane berf û barane mij û morane
Lê li germiyana bajar û gunde
Sala par van caxa tu ya min bû
Sala îsal tu ketîye destê sindokî mêran xerabî gunde kina min kinê....

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Sulo Reşê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?