Brader - Min Şehîdek Dît
wêneyê hunermendî:ê 77 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Min Şehîdek Dît

Min şehîdek dît li ber sîdarê,
di paşûlê de veşartî sûretê yarê
Min şehîdek dît li ber sîdarê,
di paşûlê de veşartî sûretê yarê
Xortê nû gihaştî, simbêlê xwe dayi
Xortê nû gihaştî, simbêlê xwe dayi
Xwîn herikî ye ser lêvan, Ji awirên badayî
Xwîn herikî ye ser lêvan, Ji awirên badayî

Min şehîdek dît qerqîtkên xwînê di cênîkê da
Desmala bûkê li ser çavan, hine di teştê da
Min şehîdek dît qerqîtkên xwînê di cênîkê da
Desmala bûkê li ser çavan, hine di teştê da
Avêtin binê pirra bê alî
Avêtin binê pirrek bê alî, di sehera sibê de
Avêtin binê pirrek bê alî, di sehera sibê de

Min şehîdek dît çarde salî nû gîhaştî
Min şehîdek dît çarde salî nû gîhaştî
Kevoka deşt û latan azadî li ser baskan neqişandî
Kevoka deşt û latan azadî li ser baskan neqişandî
Boyî seyda zalima, boyî seyda zalima
Memik di destê qirrêj de givaştî
Memik mala min ê, di destê qirêj de givaştî

Min şehîdek dît Heftê û çar salî
Min şehîdek dît Heftê û çar salî,
teva pênûsa bi xwînê reng dayi
Li ser milekî kevokên aşitiyê,
li ser milekî leşkerên azadiyê
Heftê û çar salan di rêça şoreşê de meşiyayî
Gula civatan, şênaya civînan
Gula civatan, şênaya civînan
Dara çinarê li Amedê pal dayî
Dara çinarê li Amedê pal dayî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?