Brader - Pêk
wêneyê hunermendî:ê 565 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Pêk

Ez dilbirîndarê jînê
hêsîrê destê evînê
wah gelî dost û hevalan
çawa derman kim birînê
birîna min bêderman e
derdê dilê min pir giran e
tenê çare bo derdê min
her mey û pêk û meyxan e
têke meyger meyê têke
maseya min tu xweş çêke
bila pêkan her tije bî
îşev jiyan hemî pêk e
bêderman ez çarereş im
derdedar im wez nexweş im
jiyan êdî bûye bela
şev û roj mest û serxweş im
bîne meyger meyê bîne
dil tevde ah û nalîn e/dil hemî jan û birîn e
dagire ez ê her vexwim
belkî bo min şîfa bîne/belkî van derda biqedîne

meyger were hawara min
sîs bû êdî bihara min
pêkan li pey hev dagire
bê mey nabe hedara min
jiyanê sewdaser kirim
evînê dûrdûr ez birim
êdî kal im porspî me
ji derd û kovanan mirim
têke meyger meyê têke
maseya min tu xweş çêke
bila pêkan her tije bî
îşev jiyan hemî pêk e
bêderman ez çarereş im
bêhal im wez pir nexweş im
jiyan li min bûye bela
şev û roj mest û serxweş im
bîne meyger meyê bîne
hinavê min hemî xwîn e/dil tevde jan û birîn e
dagire ez ê her vexwim
belkî bo min şîfa bîne/belkî van derda biqedîne

meyger mame bêhal bêmal
jiyan ma wek xewnek betal
her kes çûn man ez û şerab
tenê pêka min ma heval
mala min êdî meyxane ye
jiyan hemî pêk û mey e
pîr bûm xeman dagîr kirim
êdî hêvîya min tune ye
têke meyger meyê têke
maseya min tu xweş çêke
bila pêkan her tije bî
îşev jiyan hemî pêk e
bêderman ez çarereş im
perîşan im wez nexweş im
jiyan bela serê min e
şev û roj mest û serxweş im
bîne meyger meyê bîne
dil û çav tijî girî ne/jîna min tev girî û şîn e
dagire ez ê her vexwim
belkî bo min şîfa bîne/belkî van derda biqedîne
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?