Brader - Rengvano
wêneyê hunermendî:ê 226 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Rengvano

Rengvano Firça xwe lêxe
Deha li neyar yekê li erdêxe
Kurdîstan rizgar bike
Nîşanê lêxin dilême xweş bike
Deng bi dinyêxe
Rengekî sore, rengekî keske, rengekî spîye
Zerî li ortêxe.

Lo lo rengvano firça xwe lêxe
Deha li neyar yekê li erdêxe
Kurdîstan rizgar bike
Nîşanê lêxin dilêmê geş bike
Deng bi dinyêxe
Rengekî sore, rengekî keske, rengekî spîye
Zerî li ortêxe.

Lo lo rengvano here Diyarbekir
Boyaxê ron bike bi şîr û şekir
Suretek çeke ji bircê mezintir
Ger em bivînin dilême xweş bive
Rengekî sore, rengekî keske, rengekî spîye
Zerî li ortêxe.

Lo lo rengvano were Mêrdîne
Hevalan bîne ji Nisêbînê
Ji Qamişlokê heta bi Êfrînê
Ji çiyayên Mazî heta bi Erbîlê
Neqş û boyaxke rengê evînê
Rengekî sore, rengekî keske, rengekî spîye
Zerî li ortêxe.

Lo lo rengvano here batmanê
Boyaxê ron bike bi donê qetranê
Rojek li mahabad rojek li wanê
Neqş û boyaxke agirî û sîpanê
Rengekî sore, rengekî keske, rengekî spîye
Zerî li ortêxe.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?