Brader - Sewdasiza Min
wêneyê hunermendî:ê 398 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Sewdasiza Min

Dem û dewran derbas dibe wey dilbera min
Rojek bê tê poşman bibe bê evîna min
Li dora min perwas bibe wey dilbera min
Lê emrêm wê xelas bibe bê evîna min

Piştî serêm sipî bibe wey dilbera min
Xwîn di dil de giran bibe sewdasiza min
Roniya çava wê kêm bibe wey dilbera min
Birîn nema derman dibe sewdasiza min

Roniya çava wê kêm bibe wey dilbera min
Birîn nema derman dibe sewdasiza min

Hêza çunka va kêm dibe wey dilbera min
Ger û tevger nema dibe sewdasiza min

Ma ne te got evîndarim ey dilbera min
Li ser te ez dîn û harim bê evîna min
Te go bulbil gulîzarin ey dilbera min
Cima dijîm wez nikarim bê evîna min

Piştî serêm sipî bibe wey dilbera min
Xwîn di dil de giran bibe sewdasiza min
Roniya çava wa kêm bibe wey dilbera min
Birîn nema derman dibe sewdasiza min

Roniya çava wa kêm bibe wey dilbera min
Birîn nema derman dibe sewdasiza min

Hêza çunka va kêm dibe wey dilbera min
Ger û tevger nema dibe sewdasiza min

Dema tu ji min dûr ketî ey dilbera min
Ev dile min qet raneketî bê evîna min
Min ji te hes kir her wextî ey dilbera min
Dilê Birader qet raneketî bê evîna min

Piştî serêm sipî bibe wey dilbera min
Xwîn di dil de giran bibe sewdasiza min
Roniya çava wa kêm bibe wey dilbera min
Birîn nema derman dibe sewdasiza min

Roniya çava wa kêm bibe wey dilbera min
Birîn nema derman dibe sewdasiza min

Hêza çunka va kêm dibe wey dilbera min
Ger û tevger nema dibe sewdasiza min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?