Brader - Umir 16 Ye
wêneyê hunermendî:ê 93 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Umir 16 Ye

Umir şanzde bû li dibistan e
Yarek te hebû li kurdistan e
Gulî dirêj in Dicle û Ferat
Çaven reş û belek Cudi û Ararat

Sînga we boz e çiyaye Sipan e
Ezman çirandî li gola Wan e
Gelek delal û gelek şîrîn e
Bi hilm û bîhn e gula bihar e.

Kulên we pir in Dêrsim Agirî
Amed dinale Cûdî digirî
Wa li Helebçe wa li Qaladiza
Can dişewite çav xwîn digirî

Sînga we dest e wek mezrabotan
Çiyayen mazî li ser bûne cota
Xwezî azad ba yar serfiraz ba
Li gel we bûma min kilam bigota.

Ev dûr û direêj sal derbas bûne
Ji bo azad bin bûne qewmê çiyê
Serên zozanan pir şehîd bûne
Mîna Barzanî li xerîbiyê
(Mîna Qasemlo li xerîbiyê)

Gotin û Muzîk: Brader
Sal: 1989
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?