Brader - Xortê 50 Salî
wêneyê hunermendî:ê 108 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Brader - Xortê 50 Salî

Riha te mina riha neriyeki xezala ye

Kenna min te.
Guliyen te biser milen te de SHINGALINE
Gotinen helbestan ji xwe dadiweshine
Li ser helbesta di pashila te de xilmshkiri
Bi baweshine
Porre te yi direj,
Milkesa diya te ku ji shurta deve cheman cedikir tine bira min
Disa kenna min te....
Milkesa diya min ji,ji shurta deve chemanbu
Hate bira min icar griye min te..
Kume ku qoqe te yi zellut vedishere
Kume che ye
Merxasiya bi bira min tee....
Bejna te ya kinnik
Dile te yi mezin
Mejiye teyi kuur
Awiren te yi duur
Ka deve te lo?
Ma tu wan bejeyen xweshik bi kijan levan di hune?
Kurbana wan simbela bûmo.

Di fikirim tu rebbe zilama ye
Cinne saira ye
Shexee helbeste
Mamosteye gotina ye
Le tu ...

Helbestvane KURDA ye
Gava ez li te di fikirim,
Dilemin dibe DILBIRIN
Cegera min dibe cegerxwîn
Mejiye min dibe Cizîrî
Awiren min tibin tîrêj
Loma giriye min tee....
Bi hale te te
Bi hale me te
Giriye min bi hale min tee...

Ew hesreta dile te nehate cih
U we neye cih,
Ger ne Husen bave te be
Bave Azad Bush ji li pishta tebe.

Jiyana hunermendi nabe para te rebeno
U we herdem qirika te bi qulbe û tucari tu ter naxwe
U rojeke nebeje elhemdullillah
U te herdem hejar û deyndare nemerdabe
Heta tu beje ez sair û nivîskarim
nivîskare Kurda....
Hehehe de buxwe ha....

nivîskariya erebî li ber te digeriya dino
Weka hinekan teji dikaribu bi zimane serdesta ji xwere binivîsanda lo..
Ma tuye niha wani buya?
Ma we niha denge kevci û seniya ji helbesta te bihata
Ma we behna sabune teketa nava helbesta te
Ma we helbesta te ji dohne pizza û doner e bi lewitiya qirdooo?
Tu rabu runush bi Kurdi got û bi Kurdi nivîsi
Bi Kurdi kenniya
Bi Kurdi giriya
Bi Kurdi xeyidi
Bi Kurdi hasht bu
U bi Kurdi serxwesh ket
U hemî jiyana xweya di dilde vesharti rijande ser rupela helbesta Kurdi..
U tu hinaji di wan kolanan de hespa helbeste di bezine
Sware penusa diljikesti
Ma em ji edebiyate û nivîse û ji helbeste ci famdikin?
Ma em fambikin ji
Gelo em rûmeta wan dizanin?
Ma em zanibin ji eme rûmeta te bizanibin?
Me rûmeta kijan helbestvani,hunermendi girtiye
Ku em ya te bigrin lo?
Ev bu 50 sal ma te hina aqil negirtibe
Ev bu penci sal ger tu hina li benda komkirin û li hevanina bejeyan be
Ev 50 sale ger tu hina necare lekirina diwaren ji gotinan be

Ev 50 sale ku tu hina di xewnen xwede qesr û qonaxan ji gotinen birîndar ava dike
Ev 50 sale zikeki ter û 50 birci be.....
e de tu zane.

Ma tu ji Cizîrî,ji Feqî,ji heriri,ji tîrêj û cegerxwîn cetire?
Ma hemî ne di nava tunebune de mirin
Ere mirin
Mirin...
Le pisti mirin zindi bun
Qun bi helaw bun
Ahuuuuuuuuu
Helaw tune niha tune
kînga tu ji mir
U ger kurda adet ne guhertibin
Adeta miri hez û zindi kuj lo
Ere

Icar tuye we caxe zindi bive
Qun bi helaw bive
Seminar
şev
pirtûk
Quncik
Rojname
malper
hemî we di xizmeta teda bin
rûmeta ku te 50 Sali nediye

Helawa penci Sali we li ser ruhe te belavbikin
We 50 teneke helaw
50 cewal şekir
50 sendoq biskuvit
50 helbest
50 nivîs
50 kamyon vir û derew
li ser ruhe te belavbikin
hinge ev adeten me yen zindi kuj û miri hez heye
ma ez û tu nihaka bimirana ne cetirbu rahme?

Gotin û Muzîk: Brader
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?