Bro Omerî - Keça Perî
wêneyê hunermendî:ê 151 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bro Omerî - Keça Perî

Keça perî
Wa da derî
Hiş çû ji serî
Wexta seher
Wexta seher
Keça perî
Wa da derî
Hiş çû ji serî
Wexta seher
Wexta seher
Zarşêrînê
Nazelînê
Xeb-xebeşînê
Li ber hêlînê
Zarşêrînê
Nazelînê
Xeb-xebeşînê
Li ber hêlînê
Digeriya, li her ciyan
Keçperiya, bi bask û per
Bi bask û per
Digeriya, li her ciyan
Keçperiya, bi bask û per
Bi bask û per

Çav kil dida
Perde hilda
Heyv li çarda
Şev ronî da
Çav kil dida
Perde hilda
Heyv li çarda
Şev ronî da
Çavxezalê, camzelalê
Bi ava xemrê, hiş bir ji ser
Hiş bir ji ser
Çavxezalê, camzelalê
Bi ava xemrê, hiş bir ji ser
Hiş bir ji ser

Por li ser mil
Kezî bi gul
Tîr avêt dil
Dil bûye kul
Por li ser mil
Kezî bi gul
Tîr avêt dil
Dil bûye kul
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser
Taca li ser
Keça ciwan, lêv erxewan
Ji gewheran, taca li ser
Taca li ser

Pora tarî
Gulav barî
Bro omerî
B’ah û zarî
Pora tarî
Gulav barî
Bro omerî
B’ah û zarî
Bû bilbilê wê sorgulê
Rî sipî kir, wechê xwe zer
Wechê xwe zer
Bû bilbilê wê sorgulê
Rî sipî kir, wechê xwe zer
Wechê xwe zer.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?