Bro Omerî - Yar Çû Gerê
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bro Omerî - Yar Çû Gerê

Ordeka şaxa Cizîrê
Dev li ken û awirtîrê
Mijangxişt û ebrûkevan
Heftê hûrî dikim qurban.
Biskên xelek, guliyên zer
Lê reşandin misk û amber
Mahîrûyê, bi xalên qer
Çavên belek, burhên li ser
Mahîrûyê, bi xalên qer
Çavên belek, burhên li ser
Kirim pîrê derd û keser
Kirim pîrê derd û keser
Li spîdê çû geşt û gerê
Ne îro dê sib vegerê
Li spîdê çû geşt û gerê
Ne îro dê sib vegerê

Ew dîlbera dil didaxê
Çû nav bexçê gul û baxê
Ew dîlbera dil didaxê
Çû nav bexçê gul û baxê
Li nav bax û li perê çem
Wek her caran, wekî herdem
Bi saz û ney dikir semah
Olan dida wan û kemah
Pêsîr, derzî, toq û benî
Li ser sîngê pev dikenî
Lê min nedît, wilo gotin
Dil û cergê min disotin
Lê min nedît, wilo gotin
Dil û cergê min disotin.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?