Cahîdê Dengbêj - Filîtê Quto
wêneyê hunermendî:ê 93 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Cahîdê Dengbêj - Filîtê Quto

Hey lo hey lo hey lo
hey lo hey lo hey lo

Lo lo Filîto lo lawo rabe
îro karvanî berxê min Karvanî êvar e lawo
karvanê me bar kir bi royê re qet dananîn
Kevanê Qîre kaniya mîrê Pira Batmanê vegeriya
Xwe ser paşiyê danî
Filîto lo lawo li dinyayê hewqas geriyam
Tu çiqas xortekî ehmeqê nezanî
Lawo bi çi aqilî tu hatiyî pêşiya vî karwanî
Te serê bacê çi zû berda ser erwanî
Cara vî carî gava tu ji ber devê Bazinbeleka
Van egîtan û xweşmêran xilas bibî
Lo lo Filîto lawo
bila wê gavê dayîka te yê şemê bibêje
berxê teze minê çoka xwe danî te aniye berxêêêê

Hey loooo
Lawo rabe dilê min dibêye
sed carî dilê min dibêye
Filîtê Quto go: şemê lê dayê Xwedê dizane
karwanekî jor de hatî ajotî benda rê ye
Ez rabim herime pêşiya vî karwanî
jê bistînim bac û xeraca serê rê ye
şemê lê dayê nizanim îro tu ji min re çi dibêjî dayêê

şemê go: Filîto lawo
Mekê ko heye mala Xwedê ye
Ew karwanê hanê karwanê Emê Mamê Ginê ye
Min ji berê de seh kiriye
hetanî extermê xwe
mêrê xwe nede kuştinê
lawo malê xwe li xelkê belav nake
nake bac û xeraca serê rê ye

Filîtê Quto go: şemê lê dayê
rabe ji boyî vê gotina teyê hanê
ev bi sê telaqê fitûye
ku jin diçe mala bavê ye
ez rabim herime pêşiya vî karvanî
jê bistînim Bazinbeleka milê wî
ku navê wî bûkê ye
lê lê dayê yan cinazê min li meydanê dikeve
Yan ezê bistînim Bazinbeleka milê Emê
ku navê wî bûkê ye
berxêêê bê wêêêêîîî

şemê go: Filîto lo lawo bes e
ji êvar da min hêvî kir
çiqas min bi te da hêvî kir
min dî Filîtê min ê Quto rabû
bazbend girê da hemayîl ji bîr kir
berê xwe dabû Pozê Qîrê kevanê
li Delana Paşo li Pira Batmanê
Xwedê dizane qesta Emê
Beranê kejê qemerê serbirêşî kir

Filît çû pêşiya Emê go: Emê lawo
Dilê min dibê ye sed carî dilê min dibê ye
Lawo ez hatime pêşiya we ji we distînim
Bac û xeraca serê rê ye

Emê go: Filîto lawo
Hestirekî ji qola dawiyê
yekî ji qola ortê
Yekî ji qola paşiyê
bigire ji xwe re bike
lawo bac û xeraca serê rê ye
Ergê tu ji malê dinyayê feqîrî lawo
Bajo bajara hevraz ji zariyê xwe re
Bike xerc û mesrefa malê ye

Filîtê Quto go: Emê lawo
her sê hêstir ji xwe malê min in
Çavê min li tivinga milê apê te ye Mamê ye
Ku navê wî bûkê ye

Emê go: Filîto lawo ji Xwedê bitirse
kesî hê salixa me neda
xelkê li dinyayê ji me standiye
bac û xeraca serê rê ye
Sibê lawo Bazinbeleka milê xwe bidime te
daketime milê Reşkotiya
xelk wê ji min re nebêje:
‘Kanî Bazinbeleka milê te?’
Lawo ezê çi bidim cewaba
qîz û bûkên êlê ye berxêm

Emê dibê: Filîto lawo
go bila di destê min da dimîne
ezê bibêm lawo
karwanê me çû Serhedê
min li wê derê apê xwe yê Mamê zewicandiye lawo
min Bazinbelekê da ser qelenê diya Filîtê Quto
bê ko navê wê şemê ye berxêêêêê
bê wêêêê
ax hey lo hey lo hey lo hey lo
oo lo Filîto lo lawo pêşî da te qet nego
karwanî le lawo kesî re ye

Hey loooo
Emê ji wê derê vegeriya
cem apê xwe yê Elî
Go apo dilê min dibê ye
sed carî dilê min dibê ye
apo sêwiyê şemê hatiye pêşiya me
ji me distîne bac û xeraca serê rê ye
min jê re pêşkêşa wî daniye
meya Xeco hêstira navê wê Hedo ye
Ewî ji min re gotiye çavê min
li tivinga milê apê te Mamê ye
Ku navê wî bûkê ye apo
Ez hatime tu ji biraziyê xwe re
çi dibêjî apo

Elî dibê: de lo lo
De lo lo de lo lo de lo lo

Elî dibê: Emê lawo
hêvî û gumana min heye ji Rebê Alemê
belgî apê te yê kalê xêrê
ji serê te nebîne
Gava ko apê te yê kalê
van xeberan û galegalan seh kiriye
şeş sed û şêşt û şeş damarê mêraniyê
ji nava pişta apê te rabûne
fûrtê serê apê te rabûne mînanî şûjinan
Lawo tu rabe lez ke bilezîne lawo
xwe bi ser barê hêstira dawiyê bigîne
Bazinbelekê bi tevî gule barûda
ji apê xwe re bîne
Eva ne tewelî çêkirina nava
qîz û bûkên êlê nîne
eva milhejandina li nava êlê nîne lawo
ev li Kûrana Reşkotan
lawo Xwedê dizane qey tu nizanî
şerê Filîtê Qutoyê delûdîn e

Rabe lawo lez ke bilezîne
tu Bazinbelekê tevî gule barûdan
ji apê xwe yê kalê re bîne
Apê te yê kal nizanibû lawo
li sonya emrê xwe de li Pozê Qîre Kevanê
orta meydanê mêra bikuje
lawo bike oxlemeye berxêêêêê
bê wêêheêhe
Ax hey lo hey lo hey lo hey lo
Hey lo hey lo hey lo hey lo
lo lo Filîto lo lawo te qet nego
karwanî le lê lawo kesî re ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î