Casimê Şemo - Hey Lo
wêneyê hunermendî:ê 44 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Casimê Şemo - Hey Lo

Oy oy li min, oy oy li min,
Oy oy li min, yabo li min, oy oy li min, nemînim dîno.
Oy oy li min li mino,
Beriya Meşkîna şewitî, oy dêranê, berhewa ye,
Pozê zinara Mêrdîna şewitî, oy dêranê, lê ber bi ba ye,
Wele cegerê mi risas e, dilkê min pola ye,
Herê kuro kêf û heneka bi mi ra meke,
Ay şewitî gundê me, nêzik e lo ji ber xuya ye,
Oy oy li min, of ji min, of of li min, yabo li min, oy oy li min, nemînim dîno.
Oy oy li min, rebeno, serê min dêşe, dilê min xemê da,
Ava qoce Diyarbekira şewitî radibe tê Cizîra Bota, ay diçe Mûsila şewitî, serejêr e,
Heger tê pirs û sewalê delêlê malê li wextê xerîbiyê ji min dikî,
Wextê serê lawikê min dêşê, bira here emrê min jê ra,
Oy oy li min, of of ji min, oy oy li min, yabo li min, oy oy li min nemînim dîno.
Lê can lê can lê canê lê, tew canê mi bi xulamê,
Canê hato ji wê da, mehrûmê hato ji wê da,
Canê hatiye ji wê da, mehrûmê hatiye ji wê da,
Paçê reşî bi serî da,
We dikim keçê ramûsim, ket mala wanê sihê da.
Lê can lê can lê canê lê, tew canê, min bi xulamê.
Caniya mine bi derg e,
We dikim canê ramîsim,
Teresê bavê wê tirk e,
We dikim canê ramîsim,
Qebraxê bavê wê tirke.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î