Cemalê Ûsiv - Kilamên Evînîyê
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Cemalê Ûsiv - Kilamên Evînîyê

Ez î pir bengî me,
Xortê qeşengî me.
Şah û serbest im,
Eşq û bextewar im,
Dengbêjê yarê me,
Bengiyê narê me.
Ezî evîndar im,
Bi soz bi qirar im.
Hezîna min pir e,
Mîna lal û dur e.
Dilê min şimdan e,
Bona hemûyan e.
Şah û serbest im,
Eşq û bextewar im,
Dengbêjê yarê me,
Bengiyê narê me.
Bengîtî pir xweş e,
Beşer li me geş e.
Deng didime cihala,
Wekî gele sala.
Bengî evîndar bim,
Bi sond bi qirar bim.
Şah û serbest im,
Eşq û bextewar im,
Dengbêjê yarê me,
Bengiyê narê me.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?