Chopy Fatah - Hevala Min
wêneyê hunermendî:ê 157 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Chopy Fatah - Hevala Min

Hevala min saz çû ser karê da
Delala min saz çû ser karê da
Bûk xemilandin bin darê da
Hevala min megirî nelorîne
Zava delal e gellek şêrîn e
Zava delal e pir şêrîn e

Dêra sorê biçûk e lê lê lê
Dêra sorê biçûk e
Hine dest û neynûk e
Par qîz bû îsal bûk e lê lê lê
Par qîz bû îsal bûk e berxê sebra mala minê
Way lê lê way lê lê

Gundî were paytextê lê lê lê
Gundî were paytextê
Him bi dest û bi rex tê
Temam bi soz û bext e
Temam bi soz û bext e, berxê sebra mala min ê

Narê narê hoy narê, narê
Rû sor e wek hinarê
Min çavên belek xwarê
Sibê, nîvro, êvarê
Narê biskê xwe şeh kir
Hine li destê xwe kir
Destmala xwe li ba kir
Serê govendê xweş kir
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?