Chopy Fatah - Serbestî
wêneyê hunermendî:ê 120 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Chopy Fatah - Serbestî

Le defterî qutabxanem
Leser textey naw polekem
Leser dirext le ser lim û leser sehol
Leser befrî taze û sipî
Nawit enusim serbestî

Le laperrey bor û nusraw
Le laperrey sipî û bê naw
Le berd û dar, dar û dîwar
Leser meşxellî killpedar
Nawit enusim serbestî

Leser wêne û nexşî zêrrîn
Leser çekî cengaweran
Leser tac û textî zêrîn
Le cengell û doll û biyaban
Leser pîney bergî xakîm
Leser şetawî mangeşew
Leser meçekî mandûyîm
Nawit enusim serbestî

Leser kêllge û leser aso
Leser perr û ballî melan
Le reng û bonî kazîwe
Le ‘areqî xestî ziryan
Le dîwar û textey dergam
Le her şitê benirxe lam
Le şepolî girrî pîroz
Nawit enusim serbestî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î