Ciwan Haco - Arîn Mîrkan
wêneyê hunermendî:ê 641 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Arîn Mîrkan

Li nav bayê Payîzê û mija welatê biyaniyan kenê te ez avêtim bihuşta Felekê,
Ew kenê te min dispêre tenêtiya şevên aram û bê tirs,
Ew kenê te bi kom sitêrkan re govendê digerîne,
Ew kenê te dîroka dijmina dihêrivîne,
Ew kenê te şadî û gernijîna zarokên deşta xemgîn şad dike,
Erê ew kenê te ramanên min ên der bi der bi ser hedve tîne,
Li ber çirûskên çavên te bûkên serbixêlî serî li ber te ditewînin,
Hestên beiyaniya min davêjin nava okyanusan û pêlên behrê bê ewlene min noqî binê avê dikin
Li asoyên welatê min tu bûyî pîrozgeha keskesorê ya jinê cîhanê,
Li deşta qelişî nermahiya bayê pora te çem û kanî diherikandin
Dengê gûleya te ya dawî li cîhanê deng veda
Erê Arîna her kurdekî ew dilopên xwîna te li ser erda qelişî di Payîzê de Buhar kemiland

Erê Arîna her kurdekî
Erê Arîna her kurdekî
Erê Arîna her kurdekî

Gotin: Cano Şakir
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?