Ciwan Haco - Destana Egîdekî
wêneyê hunermendî:ê 421 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Destana Egîdekî

Lêxin, lêxin hevalno lêxin,
Bibarînin bibarînin, birano
Ev me çi dihesibînin!"
Hemu roj, hemu êvar, hemu şev
Wî weha gotibû û gule barandibû
Roj qulipîbû ser êvarê, evar ser şevê, şev ser rojê

Şer berdewam bû
Beden westiyayî, keser giran, birîn kûr
Mêjî xurt,awir tûj
Dil keleha mêrxasiyê bû
Lome ji ne şerm bû
Ya man ya neman bû

Çi ji destê wî, çi ji destê wan dihat?
Îxanet li rê bû
Îxanetê zora welatêvîniyê biribû
Dor li wan girtî
Li jêr esker,
Li jor helîkopter
Nefes li wan çikyiayî bû
Li pala çiyayên serîbilind
Di gundekî bêçare ye Kurdistane de
Wext, wexta şer, man û nemanê bû
?Hevalno, em çi bikin?
Begavî bextreşî ye, kambaxiya me kurdan e
Lê, gava bêgavî li ber deriyan e
Wext, wexta jîr û mêrxasan e
Wext hatiye; wext, wexta şer e, xurtî û huner e
Em penc kes, ew penc hezar kes
Em penc hezar dil, ew penc dil
Em penc hezar dilên biheq, ew neheq
Kî dikare dilê bi evînê hildave vegire?
Ma ev me çi dihesibînin!..?
Yek bi yek li hevalên xwe nihêrî
Ew yek bi yek hembêz kirin
Bi herdu tiliyên xwe yên destê rastê simbêlê xwe bada

Çek, pusat û rextên xwe şidandin Berik ajot devê tifinga xwe û got;
Hevalno, ji bîr mekin
Em pênc hezar dil
Pênc hezar efsaneyên li ser lêvan
Pênc hezar destanên li ser kaxizan in
Pênc hezar stêrkên roniyên kurdan in??

Saw û xofa mirinê coş û heyecana liberxwedanê
hebû
Li ser berfa gewher rengê sor a xwîn û tavê hebû
Ax.,ev tav?,
Eger tava dane êvarê li me biqulibe
û em xwe bi evarê bigihînin
Heye ku deriyê felatê li me vebe¨
Çendîn şerê dijwar ew ketibûyê
Çendîn caran wî îxanet, daf, dek xefik û kemîn dirandibû
Ew şervanê welatê şervanan
Rêgirê bav û kalan bû

Ev çi hal e?
Ez evîndar û şerwanê ronahiyê
Ez dijminê tarî zulmetê
Ez niha li hêviya şevê me?

Ew pênc kes bûn, çar mêr û jinek
Ku her yek ji derek, lê xwedî qederek ?
Lêdin hevalno lêdin
Ma ev me çi dihesibînin!..?

Deh bi deh, sed bi sed
Teqîna çekan, vizîna gulan bû
Ne vîçîna teyran, ne herîna hespan
Ne evîna segan, ne meyîna berxan
Ne jî dengê însanan bû
Bi tenê dengek hebû
Zagon, zagona şer û lecan bû
Kî ne ev eskerên ku weha gulê li me dibarînin
Ji ku ne, li ser axa me çi ji me dixwazin
Ma evîn û evîndarên wan
Hez û hezkarên wan nîn in
Çima ew hez û evîna me tênagihin?

Saet çend bû
Şevê çima weha mîna bûkekê xwe xemilandibû
Sterk çima weha ronî
Heyv çima weha di lehiya xweşiyê de bû
Di vê sar û seqemê de çima weha germ bû

Sterkên welatê min
Heyva erd û axa min?
Hûn şahîd in; em ne diz û keleş in
Ne pêxas û zikreş in
Em evîndarên we, egîdên ronahiyê ne
Eger li me qewimî û li vir em bên şehîdên we
Xebera mêxasiya me bigihînin bi însan û gelê me?

Ax li min dayê?
Çavên wê yên reş mîna çavên xezalan vekirî
Devê wê bi ken bû
Porê wê belavbûyî, stûye wê gola xwînê bû
Wî serê wê danî ser çoga xwe
Pişta xwe vekir, li stûye wê bada
Bi destan porê wê mist da
Bîstekê, bêdeng çavê wî li ser çavên xezalan ma
Çend dilop hêstir ji çavên wî ber bi jêr bû
U ew giriya
Di bin barana gulan de ew giriya

Şev diçû
Sterk diçû , heyv diçû
Xewna azadiyê, hûviya felatê diçû
Hizr û bîr , serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû

Xwedêyo?
Ji berbanga Kurdistan xweştir
Ji rojeke nû ya welatê min geştir çi heye!?
Em diçin?
Em diçin, lê kî dikare rê li berbangên welatê min bigire
Kî dikare roja nû li welatê min qedexe bike?
Em diçin
Em diçin, le mîna ku bav û kalan dikirin Ji vê roja nû re xêrhatin
Ji vê berbanga welatê min re stran û gotin divê?
Wext, wexta stranê welatê neçar bû
di berbanga sibê de, li serê çiyan
Alana dengê egîdekî xort bû
?Lê lê dayê?
Lê dayê, serê sibê ye, sibeyeke xweş e
Vê serê sibê bayekî sar e, li min serma ye lê dayê??
ax lê dayê
Dengê top û cebirxanan li ser sînga min e
Lê dayê, vê sibê çarnikare,ax lê lê dayê
ax lê lê lê dayê

Hevalê Ezîz
Edî tu çare tune, mirin û çûyin li ber me ye
Eger em teslîm bin ji, qedera me mirin e
Em jî li ser riya kerwana şehîda ne
Em hevudu hembêz bikin,
Heqê xwe ji hev re helal bikin
Wext nîn e, berî ku guleyek were
Em ber bi gulê herin
Nav bêdengiyeke kûr de
Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin
Defter û kaxizên xwe, cil û bergên xwe li ser hev danîn
û li agirê wan nihêrîn
Her yekî du bombe,her bombayek li aliyekî navtengan
Bi xwe ve girêdan û dîsan li hev nihêrîn
Wext hatibû; wext,wexta çûyinê bû

Ba bû
Seqema serê sibê bû
Her der spî, her der gewher bû
Her der roni, her der muqedes bû
Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wî hatibû?

Zaroktî, mala mezin, koşka jor
Kuçe û kolanên teng, bîrên kûr
Bax û rez, av û çem, gund û zozan
Tirî û hejîrên bav û kalan
Keskesora barana biharan
Dengê kahr û berxan
Govend bû
Ji rojên bihurî govend bi bîrê hatibû
Dawet û dîlan li dar bû
Dinya mîna mehfureke rengîn a kurdî xweş
Mîna destaneke kevnar geş bû
Ew li serê govendê bu
Coş li ser dil ken li ser rû
Ew govendkêşê dîlanê bû
Xwendin û dibistan dîsan xwendin û dibistan salên
unîwersîtê
Ev hemû, ev hemû niha li bîre wî bû
Bîr bûbû kevokeka,bi firê ketibû

Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû
Kirasê sipî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû
Bê çek, bê pûsat,bê kiras û bê veger
Li ber çavên wî leylana berfa spî
Li ser dilê wî gurmîna dengê şehîdan
Ma kî û kî li ser vê axê şehîd neketibû
û axa rehmetê maç nekiribû?
Dinya çiqas xweş, çiqas bedew bû
Kirasê spî çiqas li vê axa welatê kurdan hatibû
Wî destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn
Li dora xwe nihêrî
Li dûr, li dûr reşahiya eskeran?
Li dûr, li dûr teyrekî mezin î spî li firê bû
Bi baskên spî, ji aliyên çiyan ber bi geliyan
Li şahîdiya wê roja nû bû
Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi ageh li firê bû
Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû?
Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bû?

Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê

Mal û malbat, xwîşk û bira
Ap û birazî, xal û xwarzî
Yek bi yek niha li ber çavên wî bû
Diya pîr a porspî li wir, li kelêka wî bû
Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû;
?Daye ez bi qurbanê
Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me
îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e
Lêlêdayê?
Eger te rojek xebera mirinê bihîste
Tu bizanibe; min rûyê xwe reş nekiriye
Berxê te, çavreşe we, Reşoyê bavo şehîdê weletê me ye??

Ba, azman, erd, stêrk, roj, ewr, baran, derd, gul,
dawet, evîn, dayik, zarok, ken, girî, heval, rext, stran,
xew, tarî, bahar, av, çiya, gelî, çem, hêjîr, berû, çav,
dev, por, evîn, dayik, xwîşk, bira, gund, heval, zozan, dinya, evîn, hêvî,
dinya, evîn, dayik, hêvî, dinya, hêvî evîn?

Gotin: Mehmet Uzun
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?