Ciwan Haco - Diyalog
wêneyê hunermendî:ê 336 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Diyalog

Bi sund bi peyman
Ezê nehêlim kuç li ser kuç
Kit jê nahêlim
Ezê bajar bikim
Dojeha li ser rûyê erdê
Da gawir vegerin
Li ser rêya ata yê mezin
Bera êdî Şirnex bêje
Xwezî bi Dêrsim û Geliyê Zîlan
Xwezî bi Helepçe
De lêxin gurên boz lêxin
Kit ji wan nehêlin
Bera zanibin
Cihê şûrê me lê bilind dibe
Tu serî xwe ranakin
Dixindirne newala
Lêxin aslanler lêxin
Mizgîniya mirinê bighînin
Qulpê û xwişamakên wê
Bêjin vaye hat mirina zer
Bera ev çiya û zinar
Nas bikin ez kîme
Ez in neviyê Xanê mezin
Yê Ata û Ismet

Pesnê xwe nede
Xezeba te ji tirsa nava teye
Alem pesnê xwe bi mirovahiyê
Dilovaniyê û zanyariyê dide
Tu bi şûr
Min gelek dîtin bahozên zer
Li vî erdî gelek nîv mirov
Di çavê xwe de fêris
Di nava xwe de newêrek û bêbext
Derbas bûne
Gelek hatine bablîsokên zer
Te behsa xanê mezin
Ata û Ismet kir
Ew hatin û çûn
Lê ez li vir im
Ez li vir im

Li Şirnexê Nisêbînê û li Qulpê ez li virim
Li ber dîwarê birca Amed
Ez li vir im mîn sûrhê me
Li ser sînga te
Mîna dirhê me
Di geweiya te de
Di çavên te de
Bablîsoka ji agirim li vir im
Mîna sûrhê me li ser sînga te
Birçî tazî bider serê xwe natewînim
Sirûda welat dixwînim
Kolanan dadigrim
Bi rê ketiya meşa azadiyê
Zindan min kiriye mala rûmetê
Dibestana şoreşê ez li virim
Bûm dîwarê qalind li ser sînga te
Li vir im
Nobedarê dara gûzê me
Tûya li hewşê
Nobedarê tenûra dayîka şêrîn im
Ez li virim hevîrtirş im
Di legena hevîrê welat de
Ez dipêjin nanê kurdayetiyê
Asabê min ji cemeda kûra agirî

Di dilê min de dojeha sor
Dema ez tîdibim latê diguvêjim
Ax nanê mine eger birçî bim
Lê dîsa li vir im
Bar nakim her li vir im
Sûrha giranim li ser sînga te
Ez bazim û hêlîna min Bagok û Herekole
Ez pêşmerge me egîd im
Dîwarê qalindim li ser bedena te
Bi pirse ji Iskenderê Mezin
Ew ê bêje te
Çend dijware tîra min
Ew ê bêje te çîroka min
Ev çiya carkê rabûne ku hew bitewin

Ez li vir im
Sûrhim li ser sînga te
Li vir im û bang dikim
Birayê xwe li pişta xetê
Li Başûr li barêş
Were ba min ka destê xwe
Pişta te me Sûrha Çîn
Bawer meke gotinê marê zer
Rih dibê bost lê dijmin nabê dost
Paşayî kor mîrê Rewandiz
Mîna Bedirxanê Botan
Na gotin Bakûr Başûr

Dane ber xwe ji Dêrsimê heta bi Mûsil
Gotin emin lawê Mezepotamiya
Em in lawê Kurdistan
Bibhîzin herkes soza min
Li vî xakî min nivîsiya paşeroja xwe
Li vî xakî dinvîsim dîroka roja xwe
Li vî xakî jî ezê binvîsim dahatiya xwe

Gotin: Goran Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?