Ciwan Haco - Eman Dilo
wêneyê hunermendî:ê 245 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Eman Dilo

Eman dilo eman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
Janê eşqê avêt dilo
Dilo û kezeb tev bûne kulo
Yar bû kulo ez bûm bilbilo

Eman neman neman dilo
Eman neman neman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
janê eşqê avêt dilo

Di ber min re bihûrî û dimeşe
Yek li ber min kir wek şeşe
Li pêş min kir şeva reşe
Bûm wek birîndar û serxweşe
Dil û kezeb tev bûn kulo

Eman neman neman dilo
Eman neman neman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
janê eşqê avêt dilo

Li nav bexçe meşî û birê ket
Por wek herîr li ber bê ket
Canê min ma û dilê min pey ket
Dil wek tîr û kevan lê ket
Ji serê min çû hiş û aqilo

Eman neman neman dilo
Eman neman neman dilo
Ji derdê yarê ez bi kulo
janê eşqê avêt dilo

Gotin û Muzîk: Yusiv Berazî (Bêbûhar)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?