Ciwan Haco - Eywanê
wêneyê hunermendî:ê 55 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Eywanê

Şêrîn dîbû li eywanê
Çav reş dîbû li eywanê
Hişê min çû dilê min êşiya
Gava min didî bejn û balê

Were şêrîn were
Were dîlber were
Min dast danî li ser
Min hebandî ji xwe re

Şêrîn evîna te ji dile
Bûhar xemilî ji gula
Bêhna şêrîn çndî xweş
Êş û xema derdixê ji dile

Carek were vir carek
Kulê dilê min bûne barek
Şermê neke ji van kesa
Min ji xwere neke neyarek

Govend gerha li gundê me
Qîz û xort ketin dîlanê
Min meyzekir li koma qîza
Min nedî yek wek te ciwanê

Gotin: Dîlber Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?