Ciwan Haco - Felek
wêneyê hunermendî:ê 284 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Felek

Felek çendî li me zalim bû
Yar yar yar
Derdê me çendî giran bû
Yar yar yar
Derman nema hekîm nema
Vê êşê derxe ji dil

Ez im dildar ez im xembar
Yar yar yar
Dikim gazî dikim hawar
Yar yar yar
Gelî bira gelî heval
Meyze kin ez ketim çi hal

Buhar rengê te ciwan e
Yar yar yar
Cul xemilîn nav baxan e
Yar yar yar
Dosta min bû yara min bû
Min kes nedî mîna te yar

Gotin: Dîlber Haco
Muzîk: Ali Sultan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?