Ciwan Haco - Giryan im Bes e
wêneyê hunermendî:ê 147 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Giryan im Bes e

Em ji xew rabûn welatim
Ez bi qurban im bes e
Tev de rabûn Rojhilat im
Sebr û saman im bes e

Umrê min çû tev di vê rê,
Roj û şev nal û girî
Das û çakûç wa me hildan,
Qîr û giryan im bes e

Ev dema serbestî ye,
Bindestî îdî çû nema
Şad û dilxweş û bilind bim,
Heps û zindan im bes e

Em hemî dost û bira bin
Da bibî bax û bihişt
Min ji nav baxê cîhanê,
Bax û bustan im bes e

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?