Ciwan Haco - Gula Zer
wêneyê hunermendî:ê 193 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Gula Zer

Eman eman, eman eman esmer
Dev li ken, rû bi ken,
were were gula zer

Ne şiyar î, ne raza yî,
were keça delal
Ne dijmin î, ne heval î,
were were gula zer

Evîndar im, tim şiyar im,
were keça delal
Hêvîdar im, ne bêçar im,
were were gula zer

Cana min î, tu gula min î,
were keça delal
Destê min bigre, tu yara min î,
were were gula zer

Gotin: Dîlber Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?