Ciwan Haco - Gulek
wêneyê hunermendî:ê 242 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Gulek

Guleka min hebû, yek gul
Min neqandibû ji xwe re ji dil
Min av dabû bi hêstirê çavan
Min dîtibû li nav baxan

Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, birîndara min

Çi guleke rind û ciwan
Perîşan bû li cîhan
Jêre bibînin, hûn derman
Ew jî wekî me her însan

Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, birîndara min

Ger ez bimirim, ger bêm kuştin
Hûn li gulê, hûn bipirsin
Daxwaza wê hûn pêkbînin
Heyfa gulê hûn hilînin

Gul gula min, daxwaza min
Gul gula min, birîndara min

Gotin: Dîlber Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?