Ciwan Haco - Hate Ber Derî
wêneyê hunermendî:ê 976 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Hate Ber Derî

Hate ber derî min lê nenêrî
Lê gava ew çû, min dil daye dû
Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş
Ka ew bêhna xweş, ka ew reng û rû

Yara min bang kir, ey bilbilê dîn
Li ser çi digirî, qêrîn û nalîn
Yara te va ye, li ber çava ye
Ev deşt û çiya, tev xweş kir bi bîhn

Bilbil tu dizanî gelo ez kî me
Tu tim serbest î, lê ez girtî me
Bê lîs û bê hêlîn, bê ol û bê dîn
Ez im cegerxwîn, xortê kurdî me

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?