Ciwan Haco - Hest
wêneyê hunermendî:ê 211 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Hest

Ez pîr û kal bûm ji van derdan
Ahîn û keser min ji nav dil da
Derdê dilê min gelek girane
Jê re dibêjim ev êş û jana

Hawîr dora me bûye fermana
Xort û keçê me li ser çiya ne

Lo lo hevalno we sozek da min
Serê xwe hildin werin li ba min
Derdê dilê min gelek girane
Jêre dibêjim ev êş û jana

Hawîr dora me bûye fermana
Xort û keçê me li ser çiya ne

Dibêjin em birana ferqa me ji hev nîne
Ezjî dipirsim çawa dibe ku em birabin?
Û ez bê nav bim bê zar bim
Dibêjin çekhilanîn çima hêstir ma qobleta me ne yeke?
Lê şêxên me zarokên Pêxember û pîrên me mirîdên Laleşa nûranî bi dar vedikin
Dibêjin ev hezar sala em hev welatiyên hevin
Xwîna me li van tixûban têkilî hev bûye û rijiyaye
Em jî dibêjin lê ev heştê sala tenê xwîna me dirijê bi destê we biran dirje
Lê dîsa jî em li pey gotina hozanê xwe ne
Cegerxwîn ê dil bi hesret em hîn dibêjin biratî birtiya rast teqîn lê tu qebûl nakî
Em dibêjin wekhevî lê dîsa tu qebûl nakîn Ez heyirîm nizanim çi dî bêjim çi dî bikim
We ti rê li pêşiya min nehişt xeynî hilkişînê hilkişîna zinar û çiyayên bilind warên Egidan welatê ku roja azadiyê lê hatiya der.

Gotin: Dilber Haco, Goran Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?