Ciwan Haco - Hey Dilberê
wêneyê hunermendî:ê 420 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Hey Dilberê

Hey Dilberê wey Dilberê
Hey nazikê wey esmerê
Ka soz û peymana berê
Bawer nakim dem vegerê

Hey Dilberê wey Dilberê
Bejin zirav li ser kemberê
Rû ji ava kewserê
Gerden bi morî û cewherê

Hey Dilberê wey Dilberê
Tasa li ser zîv û zerê
Te nabînim li ber pencerê
Xem û kulan ji dil derê

Hey Dilberê wey Dilberê
Şevka me çû wê roj li me derê
Xelik û alam wê li me binerê
Wê bêjin eve dîna Dilberê

Gotin: Feyrûşe Haco
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?