Ciwan Haco - Lêgerîn
wêneyê hunermendî:ê 41 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Lêgerîn

Min dilek nas kir,
ji dilê wî yê zarok
hez kir.
Bi hestên dilê wî ez çûm kûrahiya bihuşta zaroktiya xwe.

Di bedewiya
çavên wî de,
min dergûşa bihuşta zaroktiya xwe dît.

Kî yî tu?
xwediyê bihuşta dilê min yê lerizî?
qefesa li ber deriyê dilê min ê dorpêçayî?

Ewqas sal derbas bûn
di nav lêgerînê de,
li dilê te yê zarok digeriyam,
li dergûşa bihuşta dilê zaroktiya xwe digeriyam.

Min bixe nava qefesa li ber deriyê dilê xwe,
tu jî bibe
lêgerîna qefesa li ber deriyê dilê min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?