Ciwan Haco - Min Navê Xwe Kola
wêneyê hunermendî:ê 403 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Min Navê Xwe Kola

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li esmana stûxwar

Gava ku ney, bilûr û tembûr
Dahol û zirne sar bûn, sar bûn

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li esmana stûxwar

Bi giyanek pola, min navê xwe kola
Min navê xwe kola li bircen Diyarbekir

Ez welatparêz im, ez mirovperwer im
Ez bavê tûjo me lo, şoreşger im şoreşger

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li esmana stûxwar

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Ez Şêx Seîde kal, bijîşk Fuad im

Pêşmergekî bê nav û bê nîşan im
Ez duh şehîd bûm, îro nû hatim

Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir
Gava ku stêrk li esmana stûxwar

Helbest: Rojen Barnas
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?