(1) Ev çiya çiyayê mengeneyê Dema li wanê roj davê Ev çiya zarokê Nemrûde dema li hember nemrûd roj davê Aliyekî te berf digre, bergeha Qetqase aliyekî lê siccade, milkê ecemê Li ser gusiyên cemedê Li ser avan kevokên revok Keriyê xezalan. û refên kewên gozel? Mêrxasî nayê înkarkirin Di serê yeke-yek de ew qet ne Ketin bin ji hezar salan vir ve zilamên vê derê Agahdarîya hatinê em ji ku der-hi bidin Nerefê qulingane, ev Ne koma stêrane li ezman Dilê bi si û sê gule Si û sê kaniyên xwinê
(2) Ji bin kas kîvroşkek rabû Pişt belek Zik çil-sipi Belengaz, ducanî kivroşkeke çiyê Dil di dev de wisa reben Meriv tîne tobê Tenha, tenha bûn dem Bê qisûr. berbangeke tazî bû Nihêrî ji sî û sisiyan yek Di zik de valahiya giran ya birçîtiyê Por û rih bûne bostek Di pêsîrê de sipîh. Mil qeydkirî nihêrî bi milên qeydkirî Mêrxasekî kezebpola. nihêrhî Carekê li kîvroşka belengaz Carekê li pişt xwe Filînta wî ya delal hate bîra wî ku di bin balgîva wî de xeyidye, Hate bîra wî, caniya ku ji deşta heranê anîbû Enî bi moriyên şîn û beş Sim sipî Beza, tolaz û reqsok, Mehîna wî ye qemer û seklawî
Çawa firîbûn li ber xozatê Eger niha weha bê çare û girêdayî Weha li pişt wî lûleke sarya hendefan Bêçare, Ew dê bihata kuştin Ferman bêhêvî bû, Êdi bila çavên wî, marzerikên kor Dilê wî, teyrên berata bixwara
(3) Ez hatima kuştin Li gelîkî xalî .yê çiyê di dema nimêja sibê de Radikevim Di nav xwînê de bi dirêjayî?
Ez hatime kuştin Xewnên min ji şevan tarîtir Kes napirse rewşa min Canê min distînin , bê ecel Nikarim têxim tu pirtûkan
Pasakî sifre daye Hatime kuştin bê mahkeme. bê pirs
Kirîvo, halê min eynî weha binîvîse Dibe ku bêjin riwayete Ev ne memikên gulîne Guleyen domdomê Di devê min de wesle wesle
(4) Fermana kuştinê bi cih anîn. Mija hêşin ya çiya Û bayê sibê yê hinik û sivik Nav xwînê de hiştin hiştin Paşê li wê derê tifing daçikandin
Li paşilên me hûr nêrîn nihêrtin Lê geriyan. Pişta min ya sor. malê kermenşahê Tizbî û qotiya min birin û çûn Hemû ji diyarî bûn ji ecemîstanê Em kirîv in merivên hev in û bi Xwîn girêdayê hev in Bi gund û zevhiyên hember ve Xinamiyê hev in, Ji sedsalan vir ve, Cîranê hev in mil bi mil ve Mirîşkên me tevî hev dibin Ne ji nezanîyê Lê ji xizanîyê Em ji pasportê dilsar bûne Ew e curmê sebeba qetla me Êdi navê me dê derkeve bi keleşiyê, îsatvan Rêbir Xayiniyê
Kirîvo halê min eynî weha binivîse Dibe ku bêjin riwayete Ev ne memikên gulî ne Guleyê domdomê Di devê min de wesle wesle
De lêxin lawo, Lêxin Ez bi hesanî nayêm kuştin Di kûçikê min de, hîn agirê venemirî Û çend gotinên min hene Ji keser, fama re Bavê min çavên xwe dan li ber Ruhayê Û sê birayên xwe jî Sê darên spehî, Wekî sê çiyayên ji emrê xwe têrnebûyî Bûn Ji bircan. ji giran ji minaran Dema kirîv pismam kurên êşiran Li hember guleyên fransî şer dikirin Xalê min ya biçûk, nezif Simbêlên wi nû derketibûn Delal Siwarekî baî Gotiye lêxin birano Roja namûsê ye Û hespa xwe rakiriye ser piyan
Kirivo halê min weha binivîse Dibe ku wekî riwayet were fehm Em ne memikên gulî ne Guleyê domdomê Di devê min de wesle wesle
Wey Lo Dilo - RojdaHinek xeletî hene. Mînak(nimûne); "e" cuda tê nivîsandin. Mînak; Çi hale na❌ Çi hal e✅(yekemîn) Pêt û agir im gerîyam na❌ Pêt û agir min gerîya.(duyemîn) Wek feqîyêk(❌) pîr û kal "êk"di Soranî de heye,di Kurmancî de "ek" e.Mînak ;Wek feqîyek(✅)