Ciwan Haco - Sî û Sê Gule (33 Gule) (Tevahî)
wêneyê hunermendî:ê 207 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Sî û Sê Gule (33 Gule) (Tevahî)

(1)
Ev çiya çiyayê mengeneyê
Dema li wanê roj davê
Ev çiya zarokê
Nemrûde dema li hember nemrûd roj davê
Aliyekî te berf digre, bergeha
Qetqase aliyekî lê siccade, milkê ecemê
Li ser gusiyên cemedê
Li ser avan kevokên revok
Keriyê xezalan.
û refên kewên gozel?
Mêrxasî nayê înkarkirin
Di serê yeke-yek de ew qet ne
Ketin bin ji hezar salan vir ve zilamên vê derê
Agahdarîya hatinê em ji ku der-hi bidin
Nerefê qulingane, ev
Ne koma stêrane li ezman
Dilê bi si û sê gule
Si û sê kaniyên xwinê

(2)
Ji bin kas kîvroşkek rabû
Pişt belek
Zik çil-sipi
Belengaz, ducanî kivroşkeke çiyê
Dil di dev de wisa reben
Meriv tîne tobê
Tenha, tenha bûn dem
Bê qisûr. berbangeke tazî bû
Nihêrî ji sî û sisiyan yek
Di zik de valahiya giran ya birçîtiyê
Por û rih bûne bostek
Di pêsîrê de sipîh.
Mil qeydkirî nihêrî bi milên qeydkirî
Mêrxasekî kezebpola. nihêrhî
Carekê li kîvroşka belengaz
Carekê li pişt xwe
Filînta wî ya delal hate bîra wî ku di bin balgîva wî de xeyidye,
Hate bîra wî, caniya ku ji deşta heranê anîbû
Enî bi moriyên şîn û beş
Sim sipî
Beza, tolaz û reqsok,
Mehîna wî ye qemer û seklawî

Çawa firîbûn li ber xozatê
Eger niha weha bê çare û girêdayî
Weha li pişt wî lûleke sarya hendefan
Bêçare,
Ew dê bihata kuştin
Ferman bêhêvî bû,
Êdi bila çavên wî, marzerikên kor
Dilê wî, teyrên berata bixwara

(3)
Ez hatima kuştin
Li gelîkî xalî .yê çiyê di dema nimêja sibê de
Radikevim
Di nav xwînê de bi dirêjayî?

Ez hatime kuştin
Xewnên min ji şevan tarîtir
Kes napirse rewşa min
Canê min distînin , bê ecel
Nikarim têxim tu pirtûkan

Pasakî sifre daye
Hatime kuştin bê mahkeme. bê pirs

Kirîvo, halê min eynî weha binîvîse
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên gulîne
Guleyen domdomê
Di devê min de wesle wesle

(4)
Fermana kuştinê bi cih anîn.
Mija hêşin ya çiya
Û bayê sibê yê hinik û sivik
Nav xwînê de hiştin hiştin
Paşê li wê derê tifing daçikandin

Li paşilên me hûr nêrîn nihêrtin
Lê geriyan.
Pişta min ya sor. malê kermenşahê
Tizbî û qotiya min birin û çûn
Hemû ji diyarî bûn ji ecemîstanê
Em kirîv in merivên hev in û bi
Xwîn girêdayê hev in
Bi gund û zevhiyên hember ve
Xinamiyê hev in,
Ji sedsalan vir ve,
Cîranê hev in mil bi mil ve
Mirîşkên me tevî hev dibin
Ne ji nezanîyê
Lê ji xizanîyê
Em ji pasportê dilsar bûne
Ew e curmê sebeba qetla me
Êdi navê me dê derkeve bi keleşiyê,
îsatvan
Rêbir
Xayiniyê

Kirîvo halê min eynî weha binivîse
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên gulî ne
Guleyê domdomê
Di devê min de wesle wesle

De lêxin lawo,
Lêxin
Ez bi hesanî nayêm kuştin
Di kûçikê min de, hîn agirê venemirî
Û çend gotinên min hene
Ji keser, fama re
Bavê min çavên xwe dan li ber
Ruhayê
Û sê birayên xwe jî
Sê darên spehî,
Wekî sê çiyayên ji emrê xwe têrnebûyî
Bûn
Ji bircan. ji giran ji minaran
Dema kirîv pismam kurên êşiran
Li hember guleyên fransî şer dikirin
Xalê min ya biçûk, nezif
Simbêlên wi nû derketibûn
Delal
Siwarekî baî
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakiriye ser piyan

Kirivo halê min weha binivîse
Dibe ku wekî riwayet were fehm
Em ne memikên gulî ne
Guleyê domdomê
Di devê min de wesle wesle

Gotin: Ahmed Arif
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?