Ciwan Haco - Welatê Min
wêneyê hunermendî:ê 317 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Welatê Min

Welatê min,Welatê min
Hatina min ji hezkirina we bû
Dîtina we ax,derdê min bû
Şahiya we jê mestir ne bû
Çavên we de min rastî dît
Hewarên wede min hêvî dît
Di hêstirên wede min azadî dît
Welatê min,welatê min.

Welatê min,welatê min
Dîtna te hêz dane min
Hesreta te tev birîna min
Tu sitran û tembûra min

Hey dîroka bêbext,
Feleka zalim de bese êdî lo,

Welatê min,
Tu taca serê min,
Tu sitran û awazê min,
Tu dermanê birîna min,

Welatê min, Ez ji Te Hez Dikim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?