Ciwan Haco - Yara Derew
wêneyê hunermendî:ê 250 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Yara Derew

Xapên te hey yara derew
Dilê min dane xencerê!
Pêşî tu bû yara bedew
Îro xwezi bi ya berê!

Te got ez ê ji te hez kim
Te soz xwar wey xwelî serê
Te winda kir evîndarek
Ji bo te dax da cîgerê!

Derdê te ez gurî kirin
Ez ê veşêrim vî serî
Tirsa mi por bi mênê kin
Hey wax li min nema zanim

Bextê mi reş bû wek şevê
Tiştê diçê navegerê
Ez poşman im, min dil da te
Te go çi, min got erê

Mi malbata xwe xera kir
Mi agir berda bênderê
Mixabin ku mi dil da te
Dilê wekî qozeqerê

Gotin: Feysel Xiznewî
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?