Çiya Medenî - Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 80 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Çiya Medenî - Kurdistan

Silaw le to kurdistan im
Beyanî baş çiyakanim
Ezanim êweş wek minin
Dillpir le destî dujminin
Be awatî serkewtinim
Çawerrwanî yekgirtinim

Le rojawa, le bakûr ra
Le rojhellat, le başûr ra
Tê ekoşîn bo rizgarî
Serbexoyî kurdistan e
Serfirazî nîştimane
Yekem hîwa û mebestmane
Tenya birwa û amancmane

Şaho û qendîl û hemrîn im
Êwen manay manî jînim
Zagros û ararat im
Mekoy serberzî xebatim
We dî dê xozge û awatim
Serbest ebê wa willatim

Em xake xakî ême ye
Willatî pakî ême ye
Be allay xor eyrazênîn
Xakî kurd, xakî ême ye
Sirûştî ciwanî ême ye
Be dill, be giyan eyparêzîn
Heta diwayîn henasey jîn

Silêmanî û mehabad im
Qamişlî bîrî azadim
Wirmê, hewlêr û amêd im
Dersîm, siney pirr umêdim
Helebce, wan, xaneqîn im
Îlam, kerkûk û efrîn im
Kirmanşan, agirî, mêrdîn im
Ranye dergay raperînim
Le dewrî yek bitanbînim
We dî dê ca hîway jînim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?